Dewleta Tirk a dagirker gundên Şera û Şêrawayê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker îro bi saetên şevê gundekî Şerayê topbaran kir û her wiha malên welatiyan kir armanc

Dewleta Tirk a dagirker gundê Tunibê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran kir û malên hemwelatiyan dike hedef.

Di heman demê de dewleta Tirk gundê Birc Qasê yê Şerayê topbaran kir û di encamê de zarokek birîndar bû.

Derdora saet di 16: 44′an de artêşa dagirker gundê Soxanekê û derdora gundê Bênê yên navçeya Şêrawayê topbaran kirin.

Artêşa Tirk gundê Nêrebiyê û Şealê yên Şehba topbaran kirin

Back to top button