Li Başûrê Kurdistanê şehîdên komkujiya Enfalê bi merasîman hatin bîranîn

Yek ji birînek bê derman ya hewldanên qirkirina gelê Kurd Enfal e.
Îro 36’emîn salvegera Enfalê ya qonaxa 3’emîn a komkujIya li dijî gelê Başûrê Kurdistanê ye.
Bi boneya salvegera Enfalê li gelek deverên Başûrê Kurdistanê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin hate lidarxistin
Li hin deveran ji ber nerazîbûna gel nûnerên hizb û partiyên siyasî tevlî merasîmê nebûn.
Di merasîman hate diyar kirin diyar kir niha jî komkujiya li dijî gelê Kurd dewam dike û bang li hikûmeta herêmê hat kirin daxwazên xizmên qurbaniyan bi cih bînin.

Îro 36’emîn salvegera Enfalê ya qonaxa sêyemîn a komkujiya li dijî gelê Başûrê Kurdistanê yê.

Di sala 1988’an de bi 8 qonaxan, Rejîma kujer ya Baas a Iraqê ji bo tunekirin û qirkirina gelê Kurd, ango hemû şopên kurdayetiyê li Başûrê Kurdistanê dest bi pêla êrişan kir.

Di encamê de 182 hezar Kurd, di nav bi sedan gorên komî yên naverast û başûrê Iraqê de, bi saxî hatin bianxkirin.

Qonaxa seyem a enfalê ku weke mezintirîn ya êrişan tê dîtin di 31ê Adarê de destpê kir û heta 14’yê Nîsanê dom kir.

Lewma enfal yek ji sûcê herî mezin yê mirovahiyê ye û wek jenosîd ji aliyê tu welatiyekê Kurd ve nayê jibîrkirin

Bi boneya 36’emîn salvegera Enfalê, li navçeya Kelar ya Germiyanê, navçeya Çemçemal ya Silêmaniyê û Helebçê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin

Li Kelarê xelkê rê neda nûnerên hizbên siyasî tevlî merasîma Enfalê bibin

Di merasîma bîranînê ya li navçeya Kelar ya Germiyanê de ji ber nerazîbûnê xelkê nûnerên hizb û partiyên siyasî tevlî merasîmê nebûn.

Li wir Rêveberê bajarokê Rizgarî Cemal Saleh got; “Divê rojê de jî tenê daxwazek kesûkarên enfaliyan heye, ew jî vegerandina hestiyên xizmên wane.”

Welatiyên Helebçe: Divê hikûmeta herêmê daxwazên kesûkarên enfalkiriyan pêkbîne

Li Helebçeyê jî Ji bo bîranîna şehîdên Enfalê merasmîek hat lidarxistin û çelenk hate danîn.

Di merasîma li vir de jî bang li hikûmeta Herêmê hate kirin ku daxwazên kesûkarên Enfalkiriyan pêkbîne

Her wiha merasîma li navçeya Çemçemal ya Silêmaniyê jî Tevî Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Tara Hisên û gelek kesan pêk hat.

Tevgera Azadî: Niha jî komkujî û Enfal dewam dikin

Tara Hisên hemû qûrbanî bi bîr anî û diyar kir niha jî qirkirina gelê Kurd dewam dike, rojane Kurd rûbirûyî komkujî û enfalê tên.

Tara Hisên îaşret bi êrişên dewleta Tirk yên bi vê armancê kir û got:

Mixabin desthilata Kurdî ya li herêmê li şûna ezmûnê ji dema borî bigire, dibe hevkarê dagirkeran.

Back to top button