Niha li Herêmê mewsimê Genim, Ceh û Pempo zer dibe û ber bi çinînê diçe.
Di vê demê de, kêzike û zirarê dide mewsim belav bûye.
Komîteyên eleqedar yên girêdayî Desteya çandinî û avdanê destwerdan kirin û rê li ber belavbûna kêzikê girt.
Desteya çandiniyê û avdanê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek bi amdebûna hevserokartiya Desteyê, Beş, Ofîsên parastinê û saziyên zêdekirina tovan û endamên navendên lêkolînên zanyarî û çandinî li dar xist.
Di civînê de, nexweşî, belavbûna kêzikan û bi teybet kêzika Sûne ku li kantona Reqa û Dêrazorê di nava zeviyên Genim belav bûye hatin nîqaş kirin.
Rêveberiya Çandinî û Avdaniyê rê li ber belavbûna kêzikan girt
Di civînê de komîteyên hevbeş hatin avakirin ji bo lêkolînkirina zeviyên çandiniyê û teşhîskirina nexweşî û kêzikên heyî, ji bo raporên demkî ji Rêveberiya Çandinî û Avdaniyê re bên şandin.
Û zêdekirina çavdêriyê li ser embarên çandiniyê û dermanxaneyan.
Her wiha komîteyên pêşîlêgirtinê cotkaran agahdar bikin di riya semîneran semînerên li ser nexweşiyên ku bandorê li ser berhemên wan dikin û çawaniya teşhîskirin û têkoşîna li dijî wan.