Hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê: Bendava Firatê li ber zuhabûnê ye

Tirkiya qirker ev serê 8 mehan e, ava çemê Firatê qut kiriye û nahêle av derbasî xaka Sûriyê bibe. Hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Welat Derwîş da zanîn ku ger qutkirina avê heya meheke din jî bidome, bendav wê raweste.

Welat Derwîş diyar kir ku ji bo pêkanîna pêdiviên şêniyan, ew niha tenê turbînekê dixebitînin.

Derwîş da zanîn ku tevî vê jî, ger dewleta Tirk vî sûcê xwe yê qutkirina avê heta meheke din bidomîne, bendava Firatê wê raweste û ji xizmetê derkeve.

Hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Welat Derwîş bang li rêxistinên civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ava çemê Firatê berde ji ber ku çarenûsa gelê Sûriyê û Iraqê pê ve girêdayî ye.

Back to top button