Li gundewarê Dêra Zorê ji ber teqîna mayînekê du zarokan jiyana xwe ji dest da

Li gundewarê Dêra Zorê ji ber teqîna mayîneke berê ya çeteyên DAIŞ’ê du zarokan jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.

Li derdora gundê Behra yê dikeve rojhilatê Dêrazorê mayînek berê ya çeteyên DAIŞ’ê bi komek zarokan ve teqiya.

Di encamê de zarokê bi navê Şihab El-Hemed ê 3 salî û birayê wî Nazil El-Hemed ê 2 salî jiyana xwe ji dest da.

Tevî van qurbanan, zarokên bi navê Emel Îsamîl El-Zewab û Meşan El-Hemed birîndar bûn.

Back to top button