Tirkiyê…Di qezaya trafîkê de 36 welatî jiyana xwe ji dest dan

Li Bakurê Kurdistanê doh heman rojê de du qezayên trafîkê yên mîna komkujiyê rû dan Di encama van qezayan de Li bajarê Dîlokê 16 û li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî jî 20 kesî jiyana xweji dest dan.

Qezaya Dîlokê li ser rêya Dîlok û navçeya Nîzîpê rû dide.

Dema otobusek qeza dike, ekîbên tenduristiyê bi hawarê ve diçin dest bi rewşê werdidin.

otobuseke din li wesayîta agirkuj, ambulans û birîndarên qezayê diqelibe.

Û rêzeqezayên mîna komkujiyê çêdibin.

Di encama vê qezayê de16 kesan jiyana xwe ji dest dan 21 kes jî birîndar bûn.

Civaka Bakurê Kurdistan hîn şoka vê qezayê de bû ber bi êvarê li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê jî qezayeke Trafîkê rû da.

Di qezaya dêrikê de destbêkê barhilkireke werdigere ekîbên tenduristiyê hawara wan de diçe û milet li derdora cihê bûyerê kom dibe.

Kamyoneke barhilkir a duyemîn ku hat hînbûn girêdayî şîrketa Cengîz Holdîng a Erdogan e,

Frena kamyonê diteqe û dikeve nava qelebalixiyê, Di encam de 20 kes jiyana xwe ji dest dan 26 kes jî birîndarin.

Back to top button