Tevgera Ciwanên Êzidî li Şengalê li dijî peymana di navbera Hewlêr-Bexdayê de meşiyan.
Tevgera Ciwanên Êzidî îro li Şengalê li ber Dewrana Mam Zekî heta Qaymeqamtiya Şengalê li dijî lihevirina hikûmeta navendî ya Iraqê û Herema Başûrê Kurdistanê meşiya.
Di meşê de pankarên li ser,’Ji biryara PDK’ê ya qirêj re me dibêjîn na!’ û ‘Ji derveyî îrada gel û ciwanên Şengalê em yek biryarê qebûl nakîn’ hatin nivîsandin hatin hildan.
Di meşê de dirûşmeyên ‘Êzidxan yeke holhola melekê Tawis e’, ‘Bijî berxwedana ciwanên Şengalê’, ‘Bijî berxwedana YGŞ’ê û YJŞ’ê’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin avêtin.
Meşa Tevgera Ciwanên Êzidî bi daxuyaniyê bi dawî bû.