Li Lahey doza ronîkirina kujerên rojnamegeran despê kir

Kuştina rojnamegeran di rojava dadgeha Lahey de ne.
Ji 1992’an ve li seranserê cîhanê bêtirî hezar û 400 rojnamevan hatine kuştin.
Bi projeyek ku îro li Lahey hat pêkanîn, tê xwestin ku balê bikşîne ser gelek kuştinên nehatine ronîkirin û kiryar bê ceza tên hiştin.
Ev doz wê 6 mehan dewam bikin.

Li dadgeha Lahey ya li Holanda ji îro heta 6 mehan wê cinayetên rojnamegeran ên li welatên cuda yên cîhanê pêk hatîn, bên nîqaşkirin.

Bi projeya ku ji aliyê Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Çapemeniya Azad a Sînornenas (FPU) û Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ve tê meşandin, tê xwestin ku balê bikişîne ser wê yekê ku piraniya kuştinên rojnamegeran ên li cîhanê ne-ronî ne.

Her wiha sûcdar jî bêceza dimînin.

Di vê çarçoveyê de wê şahidên cînayetan li dadgeha gel a 6 mehan dewam bike bên guhdarîkirin.

Rûniştina dawî wê 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de bê dîtin.

Ji 1992’an ve li seranserê cîhanê bêtirî hezar û 400 rojnamevan hatine kuştin.

RSF: Kujer piraniya demê bêceza dimênin

Ji endamên Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ya li Meksîka Balbina Flores li ser mijarê axivî û got:

Bêtirî ji sedî 90’ê van dozan li ser vê rastiyê ne ku sûcdar wê ji bêcezabûnê birevin.

Flores anî ziman ku eger sembolîk be jî, kujerek ji van derkeve pêşberî dadgeha gel a Laheyê jî gelekî girînge.

Di encama zextên parêzvanên mafên mirovan de, Kongreya Meksîkayê 2012’an qanûnek ku parastina rojnameger û çalakvanên di metirsiyê de ye, derxist.

Ji wê demê ve, li gorî agahiyên ku ji aliyê ofîsa Meksîkî ya Rojnamegerên Sînornenas ve hatiye dayîn, 1500 Meksîkî ku 500 ji wan rojnamevan in, ji vê qanûnê sûd wergirtine.

Ji 2018’an ve 43 rojnamevan û 68 aktivîst hatin kuştin.

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas hêvî dike ku ev projeya ku wê cinayetên rojnamegeran bîne rojeva Lahey, zextên siyasî zêdetir bike û got,

“Ev mijar ne di nava pêşiyên siyasî de ye.”

Wê dozên li Srî Lanka û Sûriyê ya kuştina rojnamevanan jî werin nîqaşkirin.

Back to top button