Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tevgera Civaka Demokratîk TEV-Demê bi daxuyaniyan cejna Çarşema Sor li civaka Êzdî pîroz kirin û banga li civaka navneteweyî kirin ku Êzdiyan ji qirkirinê biparêzin.
Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê cejna Çarşema serê Nîsanê ango Çarşema Sor li civaka Êzidî ya herêmê û cîhanê pîroz kir.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de îşaret bi girîngiya civaka Êzdî û mîrateya wan a çandî li herêmê kir û wiha got:
“Êzdî yek ji gelên kevnar ên Mezopotamiyayê ne.
Ew pêkhateyeke resen e û di pêşxistina şaristaniya mirovî de roleke girîng lîstiye.
Êzdî civakeke berxwedêr e di pêvajoya dîrokê de gelek caran rûbirûyî komkujî û fermanan hatiye.”
Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de balkişand ser rewşa Êzdiyên Efrîn û Serê Kaniyê û got:
Dewleta Tirk û çeteyên wê rojane derheqê êzdiyan de sûc û binpêkirinan dikin.
Dixwazin Êzdiyan li wan deveran tune bikin.
Rêveberiya Xweser ji civaka navneteweyî daxwaza parastina Êzdiyan kir
Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî dikin ku civaka Êzdî û mîrateya wan a olî û çandî ji qirkirin û îmhakirinê biparêzin
TEV-DEM’ê bi minasebeta Çarşema Sor peyamek da
Her wiha TEV-DEM’ê jî bi peyamekê Çarşema Sor li tevahiya êzidiyan pîroz kir.
TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de balkişand ser komployên ku bi serê Êzdiyan Şengalê tê û ev tişt anî ziman:
“Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê û hikumeta Iraqê komplo û peymanên siyasî li dijî îradeya civaka êzidî pêk tînin.
Dixwazin wan ji hevkêşeya siyasî ya li Iraq û Kurdistanê derxin.
Tawanên mezin di bin desthilatdariya dagirkeriya Tirk a faşîst de ku bi rojane li dijî Kurdên êzidî li Efrîn û Serêkaniyê dibin.”
TEV-DEM’ê: PDK û hikûmeta Iraqê komployan li dijî Êzdiyên Şengalê dikin
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê di dawiyê de bang li hemû hêzên siyasî û neteweyî yên Kurdistanê û hemû rêxistinên mafên mirovan û sivîl kir ku piştgirî û alîkariyê ji bo parastina îrade û destkeftiyên Êzidiyan li Şengalê bikin.
MSD’ê hêvî kir ku cejnên bê di rewşên baştir de bên pîrozkirin
MSD jî cejna Çarşema Sor pîroz kir û hêvî kir ku cejnên bê di rewşên baştir de bên pîrozkirin û Sûriyeke bibe welatekî demokratîk, nenavendî û pirreng.