Komkujiya 3’ê Tebaxê rojeva parlamentoya Ermenîstanê bû

Komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa sala 2014’an de li Şengalê li dijî Êzîdiyan anî îro di rojeva Parlemetoya Ermenistanê bû.
Parlamentoya Ermenistanê 3’ê Tebaxê weke ‘Roja Bîranîna Qurbaniyên Qirkirina Êzidî’ diyar kir.
Ev roj li ser pêşnûmeya parlamenterê Êzidî yê Ermenistanê Rustam Bokayan hate diyar kirin.
Rustam Bakoyan got: “Qedera Ermenî û Êzidiyan dişibin hev.
Qirkirin sucek ku dijî mirovahiyê û sucê herî mezine.

Parlamentoya Ermenistanê 3’ê Tebaxê weke ‘Roja Bîranîna Qurbaniyên Qirkirina Êzidî’ diyar kir.

Ev roj li ser pêşnûmeya parlamenterê Êzidî yê Ermenistanê Rustam Bokayan hate diyar kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa sala 2014’an de êrişî Şengalê kir.

Desthilata PDK’ê wê rojê ji Şengalê revî û gelê Êzidî bi komkujiyê re rûbirû hîşt. 0000000000

Çeteyên DAIŞ’ê nêzî 5 hezar Êzidî qetilkir, revandin û windakirin.

Bi sedhezaran Êzîdî jî neçarman dev ji warên xwe berdin.

Hîn jî çarenûsa bi sedan Êzidî nayê zanînîn.

Lewma komkujiyan ku li dijî Êzidiyarn pêk hatiye, îro di rojeva parlamentoya Ermenistanê de bû.

Ermenistanê 3’ê Tebaxê weke ‘roja bîranîna qurbaniyên qirkirina Êzidî’ diyar kir

Parlamentoya Ermenistanê îro roja 3’ê Tebaxê bi piraniya dengan weke ‘Roja Bîranîna Qurbaniyên Qirkirina Êzidî’ qebûl kir.

Pêşnûme ji aliyê parlamenterê Êzidî Rustam Bakoyan ve hate pêşkirin.

Rustam Bakoyan balkişand ser komkujiyan ku rasî Êzîdiyan hatiye û got:

“Qedera Ermenî û Êzidiyan dişibin hev. Qirkirin sucek ku dijî mirovahiyê û sucê herî mezine.

Me gelek caran di qonaxên cûda yên dîrokê de, xwe di heman rewşan de dît.”

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Paruyr Hovhannisyan têkildarî pêşnûmeyê got:

“Pêşîgirtina li qirkirin û sucên dijî mirovaniyê, yek ji polîtakaya derve ya Ermenistanê ye.”

Li cîhanê bêtirî 10 welatan komkujiya 3’ê tebaxê weke jînoside qebûl kirin e

Hêjayî bibîrxistinê ye, 2015’an tîmeke lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî ev hovîtiya heyî weke jînoside qebûl kir.

Piştî wê jî Hollanda, Fransa, Almanya, Ermenîstan, Awûstûraliya, Înglîstan, Kanada, Belçîka, Îrlanda, Skotland û gelek welatên din komkujiya li dijî Êzîdiyan weke jînosid qebûl kir.

Back to top button