Putin û Erdogan vaneya gaza xwezayî vekirin

Piştî hevdîtina di navbera Putîn û Erdogan de projeya gaza xwezayî ya di navbera her du welatan de bi merasîmekê hat vekirin. Bi vê projeyê bazirganiya di navbera Rusya û Tirkiye de 100 milyar dolarî derbas dike.

Di çarçoveya pewendiyên bazirganiyê de serokê Rûsya Vîlademîr Pûtîn çû serdana Tirkiye û doh bi şev giha bajarê Stenbolê.

Serokê Rûsya Pûtîn û Serokomarê tirk Erdogan di projeya TurkAkim a gaza xwezayî ya Rûsya de ku di ser Tirkiyê re derbasî Ewropayê dibe, amade bûn.

Vekirina vaneya gazê ji aliyê Pûtîn û Erdogan ve pêk hat.

Beriya vê axaftin pêk hatin û Erdogan ev proje weke gaveke dîrokî bi nav kir.

Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn jî diyar kir ku ev proje ne tenê ji bo Rûsya û Tirkiye ji bo hemû welatên Ewropayê bandoreke erênî bike.

Bi vê projeyê ji 31,5 milyar metrekup gaza xwezayî 15,75 milyar metrekup raste rast digihêje tirkiyê.

Bi vê yekê bazirganiyên di navbera herdû welatan de 100 milyar dolar derbas kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di Kanûna 2019’an de Emerîka ragihandibû ew ê cezayan li ser projeya TurkAkim ê bibirin.

Leave a Reply

Back to top button