Hersê têkoşerê jin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Doxan, ji aliyê jinên Tebqayê ve bi merasîmekê hatin bîranîn.
Çalakiya bîranînê li Navenda Çand û hunerê ya bajarê Tebqayê pêk hat.
Tevî endamên rêveber, endamên Rêveberiya Jin a Tebqayê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Komîteya Jin, Meclisa Sivîl a Tebqayê, bi dehan jinên herêmê beşdar bûn..
Di çalakiyê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Tebqayê Foza El-Mihemed axivî û diyar kir ku Sakîne Cansiz pêşenga têkoşînê bû û weha dewam kir:
“Sakîne Cansiz ji jinên yekemîn ên ku barê rizgarkirina jinê hilda ser milê xwe, şoreşa azadiyê bi rêvebir û zincîrên koletiyê şikandin. Em soza berdewamkirina berxwedana her sê têkoşeran didin.”
Di dawiya çalakiya bîranînê de li ser jiyana hersê jinên şoreşger sînevizyonek hat nîşandan.