Emerîka êrîşî baregehên Îranê yên li dêra zorê kir

Piştî êrîşa Îranê ya li dijî barehên Emerîkayê ya Iraqê, Emerîkayê jî bersîv da. Balafirên Emerîkayê hin baragehên Îranê yên li Dêra Zorê bombebaran kirin.

Balafirên Emerîkayê îro di saetên ber êvarê de hin baregehên Îranê yên li gundê El-Micawide yê li nêzî bajarokê Hicînê yê Derê Zorê ku di bin kontrola hêzên rejîmê û çedarên Îranê de ne, bomebebaran kirin.

Der barê encamên êrîşê de heta niha ti agahî nehate dayîn.

Hate ragihandin ku firîna balafirên Emerîkayê li asmanê herêmê dewam dike.

Ev êrîş piştî êrîşa Îranê ya li dijî 2 baregehên girêdayî hêzên Emerîkayê û koalîsyona navdewletî ya li Iraqê, pêk hat.

Leave a Reply

Back to top button