Abdullahiyan: Îran karîbû li dijî Îsraîlê operasyonek berfireh bike

Li ser êrîşa Îranê ya li dijî Îsraîlê 3 roj derbas bûn.
Îranê êrîşên xwe weke tola Konsulxaneya xwe dinirxîne û rewa dibîne.
Îsraîl jî diyar dike dê bersiva êrîşa Îranê bê dayîn û ji bo vê kabîneya xwe ya şer kom dike.
Her wiha CENTCOM’ê daxuyanî da û ragihand ku ew 81 balafirên bêmirov û herî kêm 6 fuzeyên balîstîk ên Îranê xistine.

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Amir Ebdullahiyan diyar kir ku welatê wî karîbû operasyoneke mezintir li dijî Îsraîlê bike.

Duh Ebdullahiyan bi telefonê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres re axivî.

Ebdullahiyan ji Guterres re ragihandibû, ku Îranê tenê navendên leşkerî yên Îsraîlê ku li ser konsulxaneya Îranê li Şamê êrîş kiribûn, kirine armanc.

Pentagon: 87 moşek û balafirên bê mirov ên Îranê hat xistin

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Amerîkayê di êrîşa xwe ya hewayî ya 13’ê Nîsanê de li dijî Îsraîlê 87 mûşek û balafirên bêmirov ên Îranê xistine xwarê.

Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirsan da.

Berdevkê ragihand ku li gor daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ji Îran, Iraq, Sûriye û Yemenê 110 mûşekên balîstîk ên menzîla navîn, 30 mûşekên bejahî û zêdetirî 150 êrişên balafirên bêmirov li dijî Îsraîlê hatine kirin.

Ryder diyar kir ku ji van 81 balafirên bêmirov û herî kêm 6 fuzeyên balîstîk ji aliyê Amerîkayê ve hatine xistin.

Ryder destnîşan kir ku Amerîka naxwaze rageşiya li herêmê zêde bibe û diyar kir ku ew ê ji bo parastina Îsraîl û hêzên Amerîkayê tedbîrên pêwîst bigirin.

Medya Îsraîlî: Kabîneya şer a Îsraîlê biryar da ku bersiva Îranê bide

Televîzyona Kanal 12 ya Îsraîlê ragihand ku rêveberiya Tel Avîvê li ser bersiva êrîşa hewayî ya Îranê biryar daye.

Televîzyona NBC ya Amerîkî ragihand ku bersiva Îsraîlê ya li hember êrîşa Îranê dibe ku wextekî zutir be.

Di nûçeyê de hat gotin ku Îsraîl naxwaze “bersiva” wê ya li hemberî Îranê bibe sedema şerekî herêmî yan jî parçebûna koalîsyona ku li dijî êrîşa Îranê alîkariyê dike û Îsraîl dixwaze bi Amerîkayê re kordîne bike.

Netanyahu: Li dijî Îranê di yekgirtî bin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî Îran û gefên wê yekgirtî bimînin.

Netanyahu spasiya Amerîka, Îngîlîstan, Fransa û welatên din kir ku ji bo pêşîgirtina êrîşên Îranê piştgiriyê dan.

Îsraîl: Pasdarên Îranê weke rêxistina terorê bê îlankirin

Wezîrê Karên Derve Katz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê êrîşê de nivîsek parve kir.

Katz diyar kir ku wî ji 32 welatan re name şandine û bi gelek hempîşeyên xwe û bi navên navdar ên cîhanê re hevdîtin kiriye.

Katz di vê nameyê de xwestiye ku Pasdarên Îranê weke rêxistina terorê bê îlankirin û got:

“Bêyî ku dereng bibe divê demildest Îran were sekinandin.”

Amerîka: Em naxwazin bi Îranê re bikevin şerekî berfireh

Back to top button