Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê KCÊ-E û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-E, Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir û got:”Divê her kes van rojên zêrîn baş binirxînin û ji bo serkeftinê hemû hêza xwe seferber bikin.”
Sibe Cejna Çarşema Serê Nîsanê ya Êzîdiya ye.
Bi vê boneyê Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊ-E) daxuyaniyeke nivîskî da.
KCÊ-E : Ev cejn ji bo civaka Êzidî cejna herî mezin û bi wate ye
KCÊ-E di daxuaniyê de ev cejn li tevahî civaka Êzîdî, gelê Kurdistanê û tevahiya cîhanê pîroz kir û got:
“Cejna Çarşema Serê Nisanê, bi navên ‘Cejna Sersalê’, ‘Cejna Tawisî Melek’, ‘Bûka Salê’ û ‘Roja Afirandina Cîhanê’ jî tê naskirin.
Ev cejn, ji bo civaka Êzidî cejna herî mezin û watedar e û ji dîrokeke kevin de tê pîrozkirin.”
KCÊ-E: Divê em van rojên pîroz bi nirx bibînin û têkoşînê xurt bikin
KCÊ-E da zanîn ku di vê cejnê de gelek amadekarî û kevneşopî hene weke:
“Çêkirina basimbar ( benê bi rengê kesk û sor û zer ), ew jî tê wateya xêr, bereket, pêşîlêgirtina qeda û bela.
Dîsa, di meha Nîsanê de Êzîdî bûka dernaxin, ji ber ku meha Nîsanê bi xwe bûka Salê ye.
Cejna Çarşema Serê Nisanê di heman demê de xemla çanda Kurdî û baweriya me ye.”
Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê, di dawiya daxuyaniyê de bang li Kurdan kir ku van rojên zêrîn baş binirxînin û ji bo serkeftinê hemû hêza xwe seferber bikin.
KCDK-E’yê Cejna Çarşema serê Nîsanê pîroz kir
Her wiha bi heman boneyê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), Çarşema Sor bi peyamekê pîroz kir.
KCDK-E: Em ê vê rojê bikin roja azadî û aştiya Kurdistanê
KCDK-E’yê di peyamê de hêvî kir ku Çarşema Sor bibe wesîleya xweşî û aştiya Şengal û Kurdistanê û got:
“Cejna Çarşema Sor îsal dikeve Çarşema 17’ê Nîsanê ku mizgîniya vejîna xwezayê û rojên xweş e.
Çarşema Sor ew roja pîroz e ku li şûna şer û komkujiyan aştî û xwişk-biratî tên hêvîkirin û pêk tên.
Em weke KCDK-E’yê hêvî dikin ku civaka Êzidî bawerî, nasname û cejnên xwe bi azad bijîn.”