HPG’ê: Li Zap, Metîna û Xakurkê yek jê payebilind 11 leşkrên Tirk hatin kuştin

Gerîlayan li herêmên Zap, Xakurkê û Metîna li hêzên artêşa Tirk ya dagirker xistin. HPG’ê derbarê çalakiyan de daxuyaniyek da û diyar kir yek jê payebilind 11 leşkereên Tirk ên dagirker hatin kuştin. HPG’ê diyar kir ev çalakî ji bo bîranîna kadroyê pêşeng yê PKK’ê Kemal Pîr hatin lidarxistin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di destpêka daxuyaniyê de, di salvegera 40’î ya şehadeta wî de kadroyê pêşeng yê PKK’ê Kemal Pîr bibîranî û derbarê çalakîyên gerîla û êrişên dagirkeran de ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 6’ê Îlonê tîmên bi tevger li hêzên dagirker xistin ku li dora çeperên şer yên li Şehîd Xursî ya bi ser Qada Saca bi cih bibûn.

Di vê çalakiyê de 2 dagirkerên sekvan hatin kuştin û sîstemeke kamera ya çavdêriyê hate rûxandin.

Li Qada Şehîd Adil ya bi ser Çemçoyê jî tîmên bi tevger li hêzên dagirker xistin ku dixwestin ber bi çeperên şer ve werin. Di vê çalakiyê de jî dagirkerek hate kuştin.

Dîsa 6’ê Îlonê li Qada Karker di encama çalakiya bi rêbaza sekvaniyê ya tîmên bi tevger ên YJA Starê de dagirkerek hate kuştin.

7’ê Îlonê li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan bikevin çeperên şer yên li Qada Şehîd Bahoz. Di encama çalakiya bi rêbaza sabotajê de dagirkerekî bi navê Omer hate kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê 4’ê Îlonê hêzên gerîla li wesayîteke leşkerî xistin ku di navbera Qadên Gelîyê Reş û Gerdiya de di nava tevgerê de bû.

Di encama vê çalakiya bi rêbaza sabotajê de yek jê payebilind 4 dagirker hatin kuştin, wesayîta leşkerî jî hate rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li herêma Metîna 6’ê Îlonê tîmên bi tevger li Girê Amediyê li hêzên dagirker xistin. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Heman rojê li Girê Cûdî jî di çalakiya bi rêbaza sekvaniyê ya tîmên bi tevger de dagirkerek hate kuştin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 3 caran bi çekên kîmyewî, 40 caran bi helîkopteran, 3 caran bi balafirên şer û bi dehan caran bi çekên giran qadên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button