Li dijî tevgera Tirkiyê, hêzên Yûnanistanê di amadebaşiyê de ne

Îro li rojhilatê Deryaya Spî, dewleta Tirk li gel Qibrisa Bakur, dest bi tetbîqatên leşkerî dikin, li beramber vê yekê jî, hêzên Yûnanistanê ketine amadebaşiyê.

Di haman demê de, li gorî hin dezgehên ragihandinê, dewleta Tirk tankan li ser sînorê Yûnanistanê bicih dike.

Rojnameya Habler a Tirkî ragihand, ku 2 karwanên tankan ji Eyaleta Hatay bo eyaleta Edirne ku li ser sînorê Yûnanistanê ye, hatin veguhastin.

Serokkomarê Tirkiyê Erdagan jî duh gef li Yûnanistanê xwaribû û gotibû, li meydanê yan jî di diyalogan de, wê Yûnanistan encamên xirab bidest bixe.

Tê zanîn ji bo çareserkirina aloziyê, wezîrê derve yê Yûnanistanê Nîkos Dendiyas çû New Yorkê û bi sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres re civiya.

Dendiyas di civînê de gotibû ku tevgera dewleta Tirk li rojhilatê Deryaya Spî, aramiya herêmê têk dibe.

Back to top button