“Divê hêzên navnetewî bikevin tevgerê û çareseriyê bibînin”

Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî û Xebatê Farûq El-Maşî destnîşan kir ku kampa Holê ji bo herêmê û dewletên cîran xetereke mezin e.
El-Maşî bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku bikevin tevgerê û dadgehekê ji bo DAIŞ’iyên girtî û malbatên wan ava bikin.

“Kampa Holê bo herêmê û dewletên cîran xetereke mezin e.”

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê ya Rêveberiya Xweser Farûq El-Maşî bi van gotinan girîngiya tevgera navdewletî ji bo bidawîkirina dosyaya DAIŞ’ê anî ziman.

Farûq El-Maşî destnîşan kir ku di kampê de, ji 54 dewletan zêdeyî 70 hezar çete hene û ev çete xwedî fikrekî gelek tundraw in.

El-Maşî destnîşan kir ku jinên DAIŞ’î bi awayekî rêxistinkirî di hindirê kampê de dixebitin û li dijî koçberan û zêrevanên kampê sûcan pêk tînin.

El-Maşî îşaret pê kir ku kampa Holê barekî giran li ser Rêveberiya Xweser e û wiha got:

“Divê dewletên cîhanê û Neteweyên Yekbûyî kêm be jî malbatên DAIŞ’îyên di kampê de û koçberên din ji hev cuda bikin.

Da ku Rêveberiya Xweser karibe tedîbrên nû di vê derbarê de bigire ku bikaribe an koçberên Sûriyê di nava kampê de bi rêxistin bike an jî wan vegerîne herêmên wan.”

Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî û Xebatê da zanîn ku Rêveberiya Xweser roleke gelekî aktîv di kontrolkirina ewlehî û îstîqrarê de dilîze û pêwîstiyên bi hezaran koçberan bi cih tîne.

El-Maşî bang li aliyên têkildar, rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku bikevin tevgerê û dadgehekê ji bo DAIŞ’iyên girtî û malbatên wan ên di kampan de ava bikin û wan vegerînin welatên wan.

Back to top button