Soglîn: Ji girtiyên nexweş re, testan çênakin

Bi vê rewşa heyî re, AKP’ê zextên xwe li ser girtiyan zêde kirine, bi taybet girtiyên siyasî. Ji van girtiyan Nazli Soglîn anî ziman “li Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê li girtiyên nexweş ên gumana vîrûsê li dor wan hebû jî, test nehatin kirin”.

Soglîn daxwazname ji CHP’ê û Odeya Tabîban re şand, lê belê rêveberiya girtîgehê name radest nekir.

Tirkiye, 21 sal in Hiqûqê binpê dike û divê girtî werin berdan

Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran Mehmet Temîzyuz, diyar kir ku li girtîgehan li dijî vîrûsê tedbîr nayên girtin û xwest hîn rewş kambaxtir nebûyî, girtiyan serbest berdin.

Back to top button