Li Îngilistanê dawiya serdema Truss

Îstifaya Serokwezîra Îngilistanê Truss di nava çapemeniya welat de jî dengvedanek zêde çêkir.
Rojnameyan derbarê îstifayê de, bi manşetên cuda rewş pênase kirin.

Îstifaya Liz Truss, serokwezîra dema herî kin a dîroka Brîtanyayê ku li ser kursiyê deshilatê rûniştî, di manşetên rojnameyên îro de cih girt.

The Guardian: Dawiya biêş

Rojnameya The Guardian li ser rûpela xwe ya pêşîn, sernavê “dawiya biêş” bi xwendekarên xwere parve kir.

Di nivîsê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku selefê Truss, Boris Johnson, dikare careke din hewl bide bibe serokwezîr.

Rojnameyê her wiha ji bo hilbijartina pêşwext behsa banga Partiya Karker a sereke ya opozîsyonê kir.

Financial Times: Endamên partiyê xwestin Truss îstifa bike

“Ji ber polîtîkayên wî yên aborî yên wêranker û kêmbûna mezin a dengên Partiya Muhafezekar di sindoqan de wê were bibîranîn.”

Bivê sernavê rojanmeya Financial Times qala Truss kir.

Li gorî rojnameyê, berpirsên payebilind ên partiyê danê êvarê ji Truss re gotine ku divê îstifa bike.

Financial Times ragihand ku her çend Sunak wekî bijare hate destnîşan kirin, lê dibe ku ew piştgirîyek berfireh di Partiya Muhafezekar de nebîne.

Ji ber di dema îstifaya Johnson de rolek zêde ya hilweşîner leyîsitibû.

Ger Sunak bibe serokwezîr, ew ê bibe cara yekem ku kesek ne-spî li welat bi vî erkî radibe.

Metro bo Truss: Serokwezîra herî nebaş a welat

Rojnameya Metro ku bê pere tê belavkirin bi sernavê “Serokwezîrê herî xerab a welêt” derket.

Rojnameyê nivîsand ku Truss ne tenê serokwezîra herî dema kin ser deshilatê mayî, lê di heman demê de serokwezîra herî kaotîk bû.

Li gorî rojnameyê pêşbaziya serokwezîrtiyê wê di navbera Rishi Sunak û Boris Johnson de be.

Daily Telegraph: Rojên zehmet li pêş me ne

Rojnameya Daily Telegraph di manşeta xwe de ragihand ku Boris Johnson ji parlamenterên Partiya Muhafazakar re gotiye, ez dikarim rê li ber têkçûna partiyê di hilbijartinê de bigirim.

Li gorî edîtorê sîyaseta rojnameyê Ben Riley-Smith, Boris Johnson jî ji bo piştgirîya wî şaxek zeytûnê dirêjî Rishi Sunak dike da ku kar bike.

Edîtorê rojnameyê îşaret bi wê yekê kiriye ku ji bo namzetê Partiya Muhafezekar bi ser bikeve ji 360 parlamenteran pêwistî bi 100’î heye.

Ji ber vê yekê dibêje wê di nava 3 rojên pêş de wê zehmet derbas bibe.

Daily Mail: Boris li hember Rishi

Sernivîsa rojnameya Daily Mail “li dijî Boris Rishi: Pêşbaziya bidestxistina dilê Muhafazakaran” bû.

Her du siyasetmedarên navborî hê jî daxuyaniyeke namzetiyê nedane.

Lê navê van herduyan di medya û şîrketên behîsê de cih digire.

Rojnameyê 44 rojên li peywira Truss weke “felaket” bi nav kir.

Back to top button