Li Îngilistanê aloziya serokwezîr

Serokwezîra Brîtanya Liz Truss şeş hefte berê bi soza geşkirina aboriya welêt dest bi kar kir:
Lê ev soza wê ya hatî plankirin neçû serî.
Di dema desthilatdariya Truss de, polîtîkayên aborî, nemaze bac, bûn sedem ku nirxê pereyê welat dakeve.
Ev aloziya di aboriyê de bû sedema îstifakirina Truss.

Liz Truss…

Serokwezîra Îngilistanê ya herî dema kin li ser deshilatê mayî.

Gotinên geşkirina aborî yên Truss tenê bi 44 rojan karî wê li ser kursiyê serokwezîrtiyê bihêle.

Doh Liz Truss a ku li ber avahiya Serokwezîrtiyê ya li Brîtanyayê daxuyanî da, biryara xwe ya îstifayê eşkere kir.

Truss 44 rojan li ser deshilatê ma

Truss bal kişand ku di dema wê de “bêîstiqrariya mezin a aborî û navneteweyî de” wî wezîfe girtiye ser milê xwe û wiha got,

“Ji ber vê rewşê ez nikarim wezîfeya ku Partiya Muhafezekar radestî wan kiribû bi cih bînim.

Partiya Muhafezekar wê di nav hefteya pêş de lîderekî nû hilbijêre û heta ku were hilbijartin ew ê li ser wezîfeyê bimîne.”

Piştî ku Truss îstifa xwe ragihand, Keir Starmer, serokê partiya sereke ya muxalefeta Karker, banga hilbijartinên giştî kir.

Li Brîtanyayê, Serokwezîrê berê Boris Johnson di 7’ê Tîrmeha 2022’an de îstifaya xwe pêşkêş kir.

Piştî ku Johnson îstifa kir, Partiya Muhafezekar ji bo serokê xwe yê nû û serokwezîrê nû hilbijartin pêk anî û Liz Truss di meha Îlonê de hatibû hilbijartin.

Truss beriya ku dest bi wezîfeyê bike, bi melîke Elizabeth re hevdîtin kir û du roj şûnda û piştî wê 2 rojan melîke koça dawî kir.

Bi vê yekê re Truss bû serokwezîra yekem a di serdestiya Qiral Charles de.

Liz Truss meha derbasbûyî ji bo geşkirina aboriyê Kwasi Kwarteng erkdar kiribû.

Lê hewildanên Kwarteng yên negihiştin serî bû sedema îstifaya wê.

Piştî wê Jeremy Hunt hate erkdarkirin.

Lê di kabîneya Truss de firtineya îstifayan dewam kir.

Herî dawî Wezîrê Kara Hundir Suella Braverman doh nameya xwe ya îstifayê pêşkêşî Truss kiribû.

Beriya Truss serokwezîrê Brîtanya yê herî kin li ser kursiyê deshilatê rûniştî George Canning bû.

Canning tenê karîbû 119 rojan li ser deshilatê bimêne.

Ev yek jî 12 Nîsana 1827 – 8 Tebax 1827’an bû.

Brîtanya di pêkanîna aramiyê de zehmetiyê dibîne

Ji aliyekî din ve, hikumeta Brîtanya di pêkanîna aramiya tam de zehmetiyê dibîne.

Ji 2019’an ve ev cara çaremîn e ku serokwezîrekî cuda wê serokatiya desthilata welêt bike.

Piştî ku Theresa May 24’ê Tîrmeha 2019’an ji posta xwe îstifa kir, li şûna wê Boris Johnson hat erkdarkirin.

Johnson jî 6’ê Îlona 2022’an piştî aloziya 3 salan dest ji kar berdabû.

Back to top button