HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand dewleta Tirk a dagirker 37 caran herêmên Parastinê yên Medyayê bombardûman kiriye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ev agahî parve kirin.
Li herêma Zapê;
Di 11 û 12’ê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker êriş bir ser çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê.
Her wiha hêzên me jî ji bo xwe biparêzin neçar man bersivê bidin û di encamê de 4 caran şer qewimî.
Di êrişên artêşa Tirk a dagirker de jî;
11 û 12’ê Nîsanê li qadên Çemço û Sîdayê, bi çekên giran, obus û tankan 37 caran bombardûman li ser çeperên me yên berxwedanê hatin kirin.”