Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê ragihand ku li parêzgeha Selahedîn 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Liv û tevgera çeteyên Daîş’ê li Iraqê û Başûrê Kurdistanê her ku diçe zêde dibin.
Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li parêzgeha Selahedîn 4 çeteyên DAIŞ’ê girtine
Saziyê da zanîn çeteyên hatine girtin tev li sûcên û kirinên wekî kuştin, revandin û êşkencekirina welatiyan bûne.
Li gorî agahiyan çeteyên girtî radestî aliyên peywendîdar hatine kirin û pêngavên yasayî yên pêwîst beramberî wan hatine destpêkirin.