Êrîşa li Somaliya nêzî 20 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Somalyê, di encama şerê di navbera ewlekariyê û çekdaran de 20 kesan jiayan xwe ji dest da.

Berpirsiyarekî hikûmeta Somalê diyar kir ku li bajarokê Dosamarîb ê herêma Calcadad, şer di navbera hêzên ewlekarî û çekdarên Tevgera Ciwanan de derket.

Di encamê de, nêzî 20 kesan jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê hikûmeta Somalê Osman Îsa Nûr da xuyakirin ku şer, pêncşemê di derngiya şevê de derket û heta roja înê dewam kir.

Tevgera Ciwanan a girêdayî Rêxistina El-Qaîde, êrîşên rêxistinkirî li dijî sivîl û hikûmeta Somaliyê pêk tîne.

Back to top button