Li Germiyan bûyerên kuştin û xwekuştinê

Çalakvan û rêveberên Germiyanê destnîşankirin ku ji ber nebûna biryarên giring ên derbarê pêşilêgeritina tundiyê de, rê li ber kuştinê vedike û gotin: Di civakê de kuştina jinan bi şeref û namûsê ve hatiye girêdan, her kes bê denge.

Li Germiyanê bûyerên kuştin û xwe şewitandina jinan zêde bûne.

Di nava 9 mehên bûrî de, 5 bûyerên xwe kuştin, 4 bûyerên xwe şewitandin, bûyerek şewatê û du bûyerên destdirêjiya zayendî hatin tomarkirin.

Lê sala borî di nava salekê de tenê 2 bûyerên xwe kuştin û 2 bûyerên xwe şewitandinê hebûn.

Çalakvana Mafê Jinan li Germiyan Senarya Mehmud derbarê mijarê de axivî û destnîşan kir ku bûyerên xwekuştinên jinan ne tenê li Kurdistan, li hemû cîhanê hene

“Li dijî kuştina jinan her kes bê deng e”

Senarya diyar kir ku rojane nûçeyên xwekuştin yan jî kuştina jinan dibihîsin

Senarya Mehmûd da zanîn ku ji bo çareseriyê jî divê mêr derbarê mafên jinan de werin şiyarkirin da ku şidet zêdetir nebe.

Berdevkê Rêveberiya Têkoşîna li dijî Şideta li ser Jinê û Malbatê ya Germiyan Eyub Hisên jî diyar kir ku bûyerên lêdan û gefê ên li nava malbatan de jî di rêjeyek zêde de tên tomarkirin.

Back to top button