“Rewşa Zînî Wertê bandorek neyînî li yekîtiyê dike”

Meclisên bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyên cuda diyar kirin ku kombûna hêzên PDK’ê li Zînî Wertê xizmeta gelê Kurd nake.

Her wiha bandoreke neyînî li ser pêkhatina yekitiya neteweyî dike. Meclisan gotin: Derfetên nedin hêzên dagirker ku destwerdanê bikin û xwestekên xwe bi dest bixin..

Aloziya li Zînî Wertê dewam dike.

Têkildarê bûyerên ku li wir rû dane, Meclisa bajarê Qamişlo û Meclisa navçeya Tirbespiyê daxuyanî dan.

Meclisa Qamişlo li pêşiya avahiya xwe bi amadebûna endamên meclis, Şaredariya Gel û Kongreya Star daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kombûyîna PDK’ê li Zînî Wertê xetereya şerekî di nava Kurdan de dide avakirin.

Her wiha ev kombûn xizmeta berjewendiyên gelê Kurd nake û dibe sedema neavakirina yekrêziya neteweyî kurdî.

Meclisê anî ziman ku di vê qonaxa girîng de divê partiyên kurdî derfetê nedin hêzên ku li dijî Kurdan kar dikin.

Meclisa Qamişlo bang li hêzên kurdistanî kir ku di rêya danustandinan nakokiyan çareser bikin û biryarek ku xizmeta berjewendiyên Kurdan dike, bidin.

Bi heman armancê Meclisa navçeya Tirbespiyê jî daxuyaniyek da û diyar kir ku bûyera li Zînî Wertê diqewin qet xizmeta doza kurdî nake.

Meclisê bang li partiyên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê kir ku bi rêya diyalogan pirsgirêkên heyî çareser bikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Ciwanên Başûrê Kurdistanê wê 16’ê Gulanê ji Ranyayê ber bi Zînî Wertê ve dest bi meşa dirêj bikin.

Ciwanan banga tevlîbûna meşê li tevahî ciwanên başûrê kurdistanê jî kirin.

Back to top button