DEM Partiyê bang li Komîsyona Meclîsê kir: têkildarî tecrîdê tavilê bicive

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan DEM Partî jî tecrîda li ser Rêber Apo careke din xist rojeva meclîsê.
DEM Partiyê bang li Komîsyona Meclîsê kir ku ji bo serdana Girtîgeha Îmraliyê bike civîneke lezgîn pêk bîne.

Li kêleka vê daxwaza gel, partiyên siyasî ên Kurd û demokratîk jî ji bo rakirina tecrîdê di nava hewldanan de ne.

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan DEM Partî tecrîda li ser Rêber Apo careke din xist rojeva meclîsê.

Parlamenterên DEM Partiyê bang li Komîsyona Jêrîn a Lêkolînkirina Mafê Girtî û Hikumxwaran a Meclîsê kir ku ji bo serdana Girtîgeha Îmraliyê bike civîneke lezgîn pêk bîne.

Di serlêdanê de hate ragihandin ku ev yek berpirsyariyeke hiqûqî ye û hate gotin,

Êşkence li dijî Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî ye.

Parlementeran destnîşan kirin ku heger komîsyon berpirsyariya xwe bi cih nîne, wê bê wateya parêzvanê sîstema êşkenceyê.

Bi vê serlêdanê tê xwestin ku şert û mercên Rêber Apo li gorî mafê mirovan bêne sererastkirin û serdana li Îmraliyê bê kirin.

Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan di roja 9 de dewam dike

Back to top button