Li Silûkê 3 Xebatkarên Tendûristiyê hatin kuştin

Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li dijî Bakûr û Rojhilatê Suriyê, hemû pîvanên navnetewî û mirovî bin pê dike. Tevî bikaranîna çekên kîmyewî û komkujî û koçberiyê bi dehan sivîl jî hatin înfazkirin. Derket holê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Silûkê 3 xebatkarên tendûristiyê piştî ku dîl girtiye înfaz kiriye. Çeteyên dewleta Tirk wêneyên êşkenceya ku li 2 xebatkarên tendûristiyê kiribûn di tora civakî de parve kirin. 

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, 13’ê Cotmehê li navçeya Silûk a Kobanêyê 2 jê jin, 3 xebatkarên tendûristiyê ku di ambulansê de bûn, dîl girtin û paşê înfaz kirin.

Li gorî agahiyan, xebatkarên tendûristiyê yên bi navê Sozgin Efrîn, Medya Xelil İsa û şoforê ambulansê Muhemmed Bozan Seydi, ji bo sivîlên di êrîşên dewleta Tirk de birîndar bûne derman bikin, ber bi nexweşxaneya Silûkê ve bi rê ketin.

Lê belê çeteyên dewleta Tirk di rê de ambulans sekinandin û xebatkarên tendûristiyê Sozgin Efrîn û Medya Xelil İsa û Muhammed Bozan ji ambûlansê daxistin, dîl girtin û paşê jî bi êşkenceyê înfaz kirin.

Çeteyên dewleta Tirk piştî înfazê wêneyên kiryarên hovane ku li cenazeyê Sozgîn Efrîn kiribûn ji hesabên xwe yên li tora civakî parve kirin.

Leave a Reply

Back to top button