31 Partî û hêzên siyasî: Bila “NY” nekeve nava planên guhertina demografîk

by ehmad aseed
155 views

31 partî û hêzên siyasî ji bo êrîşên dewleta Tirk û pêkanîna wê ji sûcên şer e, di nameyekê ji Sekretrê giştî yên NY Antonio Goteres re destnîşan kir ku, Tirkiyê herêmeke ewle ji bo terorîstan ava dike.. Aliyan ji NY xwest ku bila rêxistina we li planên guhertina demografîk nekeve û rê li pêşiya rewakirina wan bigire.

TIRKIYE BI ÊRÎŞÊN XWE HERÊMEKE EWLE JI BO TERORÎSTAN AVA DIKE
Aliyan di nameya xwe îşaret bi sûcên şer, weke kuştinêna meydanî, mîna Hevrîn Xelef, kuştina kadroyên tendurisiyê, koçberkirin û bikaranîna çekên qedexekirî kir û destnîşan kir ku aramanca Tirkiyê koçberkirina şêniyên resen ên herêmê ye..

Her wiha diyar kir ku, daxwaza Tirkiyê devereke ewle ji bo terorîstan ava bike û rewşeke radîlak a ku bibe gefek li ser ewlehiya herêmî û cîhanî hiberîne.

BILA “NY” NEKEVE NAVA PLANÊN GUHERTINA DEMOGRAFÎK
31 partî û hêzên siyasî di nameya xwe de bang kir ku rê li pêşiya rewakirina dagirkirina herêmê bigirin û xistina NY di nava projeyên Tirkiyê yên guhertina demografîk qebûl neke.

HETA DAGIRKER HEBIN, ŞÊNÎ NIKARIN VEGERIN WARÊ XWE
Aliyan xwest ku bêyî beşdarbûna Tirkiyê, herêma ewle di bin serperştiya civaka navdewletî de be.

Partî û hêzên Siyasî bang Antonio Goteres kir ku, demlidest van sûcên şer û kirinên koçberkirin û kuştinê rawestînin ji ber bi vî awayî xelk nikarin vegerin cih û warên xwe.
Bi taybetî ku di guhertina demografiya Efîrnê de berdewam in û heta niha bi qasî 75 ji sedî guhertine.