Mihemed Şahîn: Bêdengiya hêzên garantor a li hember êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn û Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso , dan zanîn, dewleta Tirk ku nekarî xwe li têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê rabigire, her cara firsend dît, êriş kir.
Hat diyar kirin ku ewê bi xurtî li dijî van êrişan têbikoşin.

Nerazîbûn û bertekên li dijî êrişên dagirkeriya Tirk a li ser Kobanê zêde dibin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê ji ajansa ANHA’ yê re nirxand.

Mihemed Şahîn got :

“Em dizanin ku dewleta Tirk a dagirker di rojên bê de dê êrişên xwe zêde bike.

Ji ber wê divê aliyên berpirs li berpirsyariyên xwe xwedî der kevin.”

Şahîn dawiyê diyar kir ku hêzên garantor; Rûsya û Amerîka berpirsên êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê ne û wiha pê de çû:

“Berpirsyariyên wan mezin in.

Êdî ji wan re her tişt zelal bû.”

Eyşe Hiso: Êrişên li ser şoreşa Rojava xweranegirtina li têkçûna DAIŞ’ê ye

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso jî bi heman armancê axivî.

Eyşe Hiso bi bîr xist ku dewleta Tirk 25’ê Kanûnê jî li Kobanê komkujiyek kir û got:

“Ev êriş divê ji aciziya dewleta Tirk a ji Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê cuda neyê nirxandin.

DAIŞ yek ji projeyên herî girîng a wan bû.

Kobanê jî sembol, nîşaneya Şoreşa Rojava bû.

Bi berxwedana Kobanê re pêvajoya têkçûna DAIŞ’ê dest pê kir.

Lewma her cara ku firsendê dibîne dixwaze êrişî Kobanê bike û êriş dike.”

Eyşe dawiyê diyar kir ku yek ji armancên van êrişan jî ew e ku aramiya herêmê têk bibin û tevlîheviyê biafirîne.

Back to top button