Qonaxa duyem a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Asayîşê bi piştgiriya QSD’ê û YPJ’ê li Kampa Holê dijî şaneyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin, di roja 19’an de bi baldarî dewam dike. Di encama lêgerînê de gelek çenteyên leşkerî û alavên êşkencekirinê li kampê hatin dîtin.
Hêzên Asayîşê îro saet di 05:00’an dest bi xebatê lêgerînê kirin.
Di dema lêgerîna di nava kampê de, çenteyên leşkerî, alavên îşkencekirinê, lênûs û sembolên fikrê tundraw ê DAIŞ’ê hatin dîtin.
Di roja 18’an a operasyonê de termê koçberekî Iraqî di beşa 4. de hate dîtin
Di roja 18’an a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de Hêzên Operasyonê xebatên lêgerînê di beşên kampê de bi baldarî pêk anîn.
Di encama lêgerînê de, tunelek û çenteyên leşkerî hatin dîtin.
Her wiha di dema lêgerîna li beşa 4’an a kampê de termê koçberekî Iraqî yê 45 salî hate dîtin.