Li Şirnexê di nava du rojan de 14 kes hatin binçavkirin

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê êrîşên faşîzma AKP’ê yên li dijî Kurdan, hêzên demokrasiyê û bi taybetî HDP’ê bê navber dewam dike.

Li bakurê kurdistanê careke din polîsan bi ser malan de girtin û bi dehan kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de, Hevserokê HDP’ê yê Mûşê Abdulbarî Yigît jî heye.

Polisan, li navçeyên Elkê, Hezex û Silopya yên Şirnexê bi ser malan de girt.

Di serdegirtinan de polisan 5 kesan binçav kir.

Li bajar duh jî polisan hin kesan binçav kiribûn.

Bi binçavkirinên îro re di nav 2 rojan de li bajara jimara kesên binçavkirî derket 14 kesan.

Hevserokê HDP’ê yê bajarê Mûşê hate binçavkirin

Li navçeya Kopê ya Mûşê polîsên Tirk vê sibehê bi ser mala Hevserokê Bajêr ê Mûşê Abdulbarî Yîgît de girtin.

Polîsan dema ku bi ser malê de girtin mal serûbin kirin û Yîgît binçavkirin.

Yîgît birin Midûrtîya Emniyetê ya Navçeya Kopê.

Li Aydin, Bûrsa û Edeneyê operasyonên qirkirina siyasî didomin

Di çarçoveya pênganên operasyonên qirkirina siyasî de destgîrkirin û girtin dewam in.

Li Aydin, Bûrsa û Edeneyê operasyonên qirkirina siyasî didomin.

Polisan, serê sibehê bi ser mala Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Ortaklarê ya Aydinê Tekîn Erîklî de girtin.

Polisan, di serdegirtinê de Erîklî binçav kirin.

Hat hînbûn ku Erîklî ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hatiye binçavkirin û di dema binçavkirinê de polîsan çek danîn ser serê zarokê 12 salî yê Erîklî.

Dîsa hat hînbûn ku dema hevjîna Erîklî Gulîzar Erîklî bertek nîşanî polîsên ku çek kirine serê zarokê wê daye polîsan gef li lê xwariye.

Li Bûrsayê, ji 5 kesên hatibûn destgîrkirin, kesek hat girtin.

Ji bo endamê Meclîsa Partiyê û Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ferhat Kalkan jî di nav de 4 ciwanên bi daxwaza girtinê sewqî edliyê hatin kirin, bi bergiriya “hepsa malê” hatin cezakirin.

Back to top button