Di encama êrişa balafira bê mirov de li Amûdê zarokek şehîd bû û 3 jî birîndar bûn

Duh Balafireke bi çek a bê mirov ya dewleta Tirk li Amûdê erebeyeke sivîlan bombebaran kir. Di encamê de zarokek şehîd bû, 3 jî birîndar bûn. Her wiha gundên Minbicê jî topbaran kirin.

Duh ber bi êvarê balafireke bi çek ya bê mirov li gundê Buheyra yê Amûdê êrişî erebeyekê kir.

Di encama êrişê de zarokê bi navê Mihemed Elî Kelah yê 11 salî şehîd bû 3 kes jî birîndar bûn.

Navên kesên birîndar jî wiha ne:

Mahir İsa Kelah 13 salî, Omer Xanim 40 salî ,Elaa Cedu 25 salî

Navenda Kehrebeyê ya navçeya Amûdê jî diyar kir ku ji ber bombebarana balafira bêmirov, kehrebe li ser zêdetirî 40 gundên navçeyê qut bû.

Di encama topbarana li ser gundên Minbicê du jin birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê duh gundên Seyade û Ereb Hesen yê li bakurê rojavayê Minbicê dan ber topan.

Di encama toparanê de jina bi navê Xedîce Elo a 23 salî û Rîham El-Hisên a 18 salî birîndar bûn.

Back to top button