Meşa dirêj a ciwanan bi dawî bû: 2 ciwan tevli Gerîla bûn

Meşa dirêj a ciwanan a ji bo azdaiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku li Qamişlo destpêkir di roja sêyemîn de li Dêrikê bi dawî bû.
Her wiha piştî meşê 2 ciwanan li dijî dagirkeriya Tirkiyê soza tevlêbûna nav refên PKK’ê dan.

Meşa dirêj a ciwanan a bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku berî du rojan ji bajarê Qamişloyê dest pê kiribû, doh ji navçeya Girêkê Legê ber bi bajarê Dêrikê ve bi rê ket.

Meş li deriyê ketina Dêrikê ji aliyê sedan kesî ve hat pêşwazîkirin. Bi tevlêbûna şêniyan heta ber navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer dewam kir.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên PKK, Tevgera Ciwanên Şoreşger, pankartên “Bê Serok jiyan nabe”, “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hatin vekirin û bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bi can bi xwîn em bi te re Serok” hatin berzkirin.

Li ber navenda Şehîd Bawer rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ferhad Dêrik axivî got:

“Em Rêber Abdullah Ocalan silav dikin.

Em dibêjin ji bo Rêberê me 3 roj meşa li ser piyan kêm in.

Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahî gelan e.

Em soz didin Rêber Abdullah Ocalan em ê li ser fikrê wî bimeşin ta azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.”

Piştre ciwanê bi navê Elî Andok ê ji Minbicê diyar kir ew soz dide tevlîbûna xwe di nava refên gerîla wiha domand:

“Ez sozdikim ku ji bo azadiya Rêber Apo ji bo axa xwe ji dagirkeriya dewleta Tirk rizgribikim têbikoşim.

Ez ji bo tevlêbûna nav PKK’ê soz didim soz didim soz didim”

Li Dêrazorê jî ciwanê bi navê Baran Tolhildan tevlêbûna xwe nava refên gerîla ragihand û got:

“Ji bo Azadiya Gel ji bo azadiya Rêber Apo Ez soz didim soz didim soz didim soz didim tevlî refên gerîla bibm.”

Çalakiya ciwanan bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.

Meşa dirêj a ciwanan di roja 3. de gihişt Dêrikê

Back to top button