Meşa dirêj a ciwanan di roja 3. de gihişt Dêrikê

Piştî meşeke 3 rojan ku bêtirî 90 kîlometreyî ciwanan xwe gihandin bajarê Dêrikê.
Di çarçoveya meşa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate lidarxistin, de ciwanan helwesta xwe diyar kirin.
Ciwanan di meşê peyama bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Apo û azadkirina wî bi fîzîkî dan.

Mîna ku roja yekeme, careke din dest bi meşa xwe kirin.

Ciwan di armanca xwe ya azadiya fizîkî ya Rêber Apo de bi israrin.

Ciwan piştî meşa 2 rojan ku gihiştibûn bajarokê Rimêlanê, îro berê xwe dan Dêrikê.

Mîna ku roja yekem e, ciwan bi hemû hêz û enerjiya xwe dest bi meşê kirin.

Meşa ku wê 90 kîlometreyî dewam kiriba, saetên siharê despê kir.

Ciwanan karîbûn di nava du rojên derbasbûyî de, ji sêyan duyê rêya xwe biqedînin.

Bi gotineke din, 69 kîlometre meşiyabûn û xwe gihandibûn bajarokê Rimêlanê.

Ciwanên ku ji seranserî herêmê beşdarî meşê bûne bertek nîşanî tecrîdkirina rêber APO dan.

Êdî di roja 3. de ciwan li nava Dêrikê ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin.

Back to top button