3 sal û 6 meh ceza li Demirtaş hatin birîn

Dawiya êrîş û zextên dewleta Tirk ên li dijî endamên HDP’ê nayê.. Dadgeha Tirkiyê 3 sal û 6 meh ceza li Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahdîn Demîrtaş birîn. Ji bo van zextan jî gelek sazî û aliyên Ewropî bang li hikumetên xwe kir ku piştgiriyê nema bidin Erdogan. 

Dadgeha Dewleta Tirk a Stenbolê ku siyasetmedarê Kurd Selahdîn Demîrtaş li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Edîrenyê rehîn girtiye, 3 sal û 6 meh cezayê asta herî jor lê birî.

Ev biryar jî bi tawana ku qaşo heqaret li Serokkomarê Tirkiyê Erdogan kiriye, hat derxistin.

Selahdîn Demîrtaş di dawîn rûniştina dadgehê de gotibû:

“Dewleta Tirk gelek sûc bi min ve kirin, ev jî hemû ji ber hinek rexneyan bû.

Ma min hikumet rexne kiribû kiribû, hema xwezî wê gavê min gelek tişt gotibana”.

Tê zanîn, 2015 gava Demîrtaş ji Rûsyayê vedigeriya, li balafirxaneyê rexne li dewleta Tirk kir ku “çima fermana xistina balafireke Rûsî ya şer daye”.

HDP’ê wê îro serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide

Di heman çarçoveya zextan de, Serdozgerekî dewleta Tirk, ji Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû Gergerlîoglû re agahdar-name şand û xwest di nava 10 rojan de xwe radest bike.

HDP’ê jî bo betalkirina biryara xistina parlementeriya Gergerlîoglû îro bi navê “Betalkirina biryara xistina parlamenteriyê” serî li Dadgeha Destûra Bingehîn-AYM bidin.

Parlamenterê HDP’ê Gergerlîoglû ku –2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û parlementeriya wî hatibû betalkirin– polîsên Tirk sibeha Newrozê ew binçav kir..

Dozgeriya Tirk derbarê Mîthat sancar de lêpîrsîn da destpêkirin

Her wiha Serdozgariya Komarê ya Amedê derbarê hevserokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî, ji ber axaftinên wî yên di Newroza Amedê de, lêpirsîn da destpêkirin.

“Divê piştgiriya ji bo Erdogan were betalkirin”

Ev zext li aliyê din ê cîhanê û ji Ewropayê taybet bertek hatin nîşandan..

Sekreterê Giştî yê Unite the Union Tony Burke, Sekretera Giştî yê ASLEF Mick Whelan, Parlementera Sinn Féin Michelle Gildernew, Endamê Meclîsa Parlementer a Konseya Ewropayê Andrej Hunko û Endam Meclisa Parlementeran a Konseya Swîsreyê Rémy Pagani destekên xwe dan endamên HDP’ê û ev bang kir:

Em bang li Brîtanya, YE û Almanyayê dikin ku dewleta Tirk şermezar bikin û piştgiriya ji bo Erdogan betal bikin.

Back to top button