Tevgera Potere Al Popolo a Îtalyayê: Paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo me çavkaniya îlhamê ye

Nûnerê Tevgera Potere al Popolo a Îtalyayê Maurîzîo Coppola diyar kir ku paradîgmaya Rêber Apo ji bo wan çavkaniya îlhamê ye û got: “Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan Ewropa bikeve nava tevgerê.”

Paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Rêber APO belavî gelên cîhanê dibe.

Tevgera Potere al Popolo a Îtalyayê yek ji tevgerên ku di lêgerîna ji rizgarbûna krîzên modernîteya kapîtalîst de paradîgmaya Rêber APO ji xwe re esas digre ye.

Têkîldarî girîngiya paradîgmaya Rêber Apo nûnerê Tevgera Potere al Popolo a Îtalyayê Maurîzîo Coppola axaftinên girîng kir.

Coppola diyar kir ku paradîgmaya Rêber Apo ji bo wan çavkaniya îlhamê ye û got:

“Nivîsên Abdullah Ocalan û paradîgmaya wî ji bo me dibe çavkaniya îlhamê ye.

Îlhameke ku çavkaniya xwe ji têkoşîna rizgariya gelê Kurd a li dijî zextên mêtînkar û emperyalîst digire.

Em bi saya van ramanan fêr dibin ku hizrên xwe nû bikin.

Paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo pêşketina di îdeolojî û pratîkê me de çavkaniyeke bingehîn e.”

Maurîzîo Coppola: Parastina azadiya Ocalan ji bo me esas e

Maurîzîo Coppola pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi daxuyaniyeke hevpar hatibû destpêkirin jî nirxand û got:

“Pêngava azadiyê ku ji bo Abdullah Ocalan hat destpêkirin, pir girîng e.

Eger hûn parêzvanên demokrasiyê bin û hûn nikarin girtina kesekî ku têkoşîna azadiyê dide, qebûl bikin.

Ev rewşeke dij-demokratîk e. Ji ber vê yekê parastina demokrasî û daxwazkirina azadiya Abdullah Ocalan ji bo me esas e.

Daxwazkirina azadiya Abdullah Ocalan beşek ji têkoşîna me ya hevpar e.

Lewma em piştgiriya pêngava azadiyê dikin û hewl didin civakên Îtalya û Ewropayê bikin şirîkê vê pêngavê.”

“Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan Ewropa bikeve nava tevgerê”

Coppola di dawî de anî ziman ku divê dewletên Eworpayê bi taybet Îtalya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin tevgerê.

Back to top button