Li Malezya ax şemitî: 8 Jê zarok 25 kes mirin

Li Malezya ji ber şemitîna axê bîlanço giran dibe.
Heta niha 8 jê zarok bi giştî 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Polîsên herêmî îro di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kirin ku di pênc metre kûrahiyê de wan cenazeyê zarokeke keç derxistine.

Li dora bajarê Batang Kalî ya li dora Kûala Lûmpûr a ku paytext e, erd heziya.

Li vê qada kampê erd heziya.

Li gorî rayedaran dema ku erd heziyaye nêzî 90 kes li qadê bûn.

Heta niha hate diyarkirin 8 jê zarok herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dane û 61 kes jî hatine rizgarkirin.

Back to top button