Nûnertiya HDP’ê ya Başûr: Divê tecrîda li ser Rêber Oocalan demildest bê rakirin

Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku ew bi tu awayî tecrîda li ser Rêberê Abdullah Ocalan qebûl nakin.
Her wiha bang li gelê Kurd kir ku ji bo rakirina tecrîdê bi hev re têbikoşe.

Nûnertiya Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ya Başûrê Kurdistanê, doh li bajarê Hewlêrê derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO daxuyaniyek da.

Endamê nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Agir Guneş daxuyanî xwend û got:

“Em tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan ve ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê ferzkirin, bi tundî şermezar dikin.

Em bi tu awayî tecrîda li ser Rêber APO napejirînin û bang li gelê Kurd dikin ku ji bo rakirina tecrîdê bi hev re û li her qadan têbikoşe.

Lewra em bang li desthilata dewleta Tirk dikin ku demildest tecrîta li ser Rêber Ocalan rake.”

Welatiyên Binarê Qendîlê: Tecrîda li ser Rêber Ocalan, li ser hemû gelê Kurd e

Back to top button