Aldar Xelîl: Şoreşa Rojava xwe li ser fikrê Rêber Apo piya dihêle

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl anî ziman ku qedera her çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye û got: “Serketina Rojava tê wateya serketina Bakur, Başûr û Rojhilat.”
Her wiha Aldar Xelîl diyar kir ku çareseriya şerê hemas û Îsarîlê paradîgma Rêber APO ye.

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl derbarê rojevê de berisv da pirsên ajansa Firatê.

Aldar Xelîl destpêka nirxandina xwe de balkişand li ser keda Rêber APO ya şoreşa Rojava û got:

“Rêber APO nêzî 20 salan li Rojavayê Kurdistan, Sûriyê û Lubnanê ma û tovê azadiyê li van qadan reşand.

Fikrê civaka demokratîk, exlaqî, polîtîk û ekolojîk li ser hîmên azadiya jinê û wekheviya di nava gelan de bi hişmendiya neteweya demokratîk pêş xist

Bi şoreşa Rojava re êdî ew tovên rêxistinî ku Rêber Apo li vê qadê çandibûn berhem dan.

Ger ew bingeha rêxistinî ya ku Rêber Apo çêkiribû nebûya, ne mimkûnbû ku destkeftiyeke bi vî rengî pêk bihata.”

Aldar Xelîl di berdewamiya nirxandina xwe de sedemê êrişên dagirkeriya Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê wiha şîrove dike:

“Pêvajoya Şoreşa Rojava li ser fikir û ramanên Rêber APO hate avakirin

Dewleta tirk ji ber naxwaze projeya Rêber APO ji aliyê pratîkî ve ti deveran pêk bê, ji bo wê her tim êrişê Bakur û Rojhilatê Sûrî dike; da ku vê pergalê hilweşîne.

Ji aliyeke din jî tecrîdê giran dike da ku nêrînên wî dernekevin derveyî girava îmraliyê û gel jê sûd negirin.”

“Dewleta Tirk dixwaze bi tecrîdê re Rojava jî tecrîd bike”

Aldar Xelîl anî ziman ku qedera her çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye û got:

“Serketina Rojava tê wateya serketina Bakur, Başûr û Rojhilat.

Îro li rojava prensîbên azadiya jin pêş e.

Hemû pêkhate Kurd-Ereb-Suryan-Asûr-Tirkmen- Çerkez bi hev re dijîn

Ji ber vê yekê dema rejîma AKP-MHP’ê tecrîdê li ser rêbertî giran dike, ew di heman demê de dixwaze Rojava jî têxe nava tecrîdê de. Dema Rêbertî ceza dikin, Rojava jî tê cezakirin.

Divê her kes li dijî vê tecrîdê rabe.”

“Şerê Hemas û Îsraîl bi fikrê Rêber Apo dikare were rawestandin”

Xelîl anî ziman ku ji bo şerê niha ku di navbera Hemas û Îsraîlê de diqewime bi paradîgma Rêber APO dikare were rawesandin û got:

“Rêya rizgariya ji vê rewşê projeya neteweya demokratîk e, jiyana hevbeşe, azadiya jinê ye, pergala civaka demokratîk a exlaqî û polîtîk e.

Ger herdu alî jî dest ji modela dewleta netewe berdin û baweriya xwe bi projeya neteweya demokratîk bînin û wê bikaribin bi hevre di nava pergaleke demokratîk û azad de bijîn.

Besê Erzîncan: Rêber Apo ji bo jiyaneke demokratîk ev pergal pêşinyar kir

Back to top button