MXDŞ: Rawestandina şer û pêkanîna aştiyê, erka tevahî aştîxwazan e

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi boneya 1’ê Îlonê “Roja Aştiyê ya Cîhanê” da xuyakirin ku, “Rawestandina şerê qirkirina gelan û pêkanîna aştî û demokrasiyê, erkekî tevahî aştîxwazan e.”

MXDŞ’ê bi daxuyaniyekê anî ziman ku: “Li ber çavên cîhanê Şengal, Sûriye û Iraq hatin wêrankirin û bûne çirava kuştin û komkujiyan û da zanîn ku li Şengalê aramî heta astekê pêk hatiye, lê welatên dagirker weke Tirkiye, dixwaze vê aştî û aramiyê têk bibe .

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê got: “Dewleta Tirk li ku derê aştî hebe, êrîş wir dike.” û di dawiya daxuyaniyê de bang li gelên herêmê kir ku bi hev re pêngavan ji bo pêkanîna aştiyê biavêjin.

Back to top button