Navenda Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê îro li başûrê Bexdayê, li dijî navendên Heşda Şeibî êrîşek pêk anîn. Di êrîşê de 3 çekdarên Heşda Şeibî hatin kutşin.
Navendê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li Herêma Hor El-Başa ya li Bakurê Bexdayê êrîşek pêk anîn.
Di encama êrîşê de 3 endamên Heşda Şeibî hatin kuştin.
Navendê duh jî ragihandibû ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Daqoq a Kerkûkê û Hemdaniye ya Mûsilê jî êrîş pêk anîne.
Di encama êrîşan de 2 endamên Heşda Şeibî hatin kuştin û 1 jî birîndar bû.