Bi dehan ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo tevlê berxwedanê bibin, derbasî Rojava bûn

Li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi dehan ciwanên Başûrê Kurdistan derbasî rojavabûn û di eniya şer de cihê xwe digirin.

Bi dehan ciwanên Başûrê Kurdistanê, ji Zaxo heya Germiyanê li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û tevlî berxwedanê bûn.

Piştî ragihandina seferberiyê gelek ciwanên Başûr biryara tevlîbûna berxwedana Rojava dan.

Gelê Başûr û ciwanên wê li gel xwepêşandanên bo piştgiriya Rojava, bi awayeke çalak jî tevlî berxwedanê dibin.

Li gorî zanyariyên me ji çavkaniyên herêmî girtiye gelek ciwanên Başûrê Kurdistanê yên ji bajarê Şêladizê, Zaxo, Silêmanî, Duhok, Germiyan, Kerkûk û Hewlêrê derbasê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bûne.

Li aliyekî din jî xwendekarên zanîngeha Raperînê ya li Navçeya Qeladizê bi çalakiyekê êrîşên derwla tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî şermezar kirin.

Leave a Reply

Back to top button