Wehîda Xelîl: Li kêleka karê xwe yê rêxistinî, ez hunera xwe jî diparêzim

Jinên Efrînî li her derê tevî xebatên din, xebatên hunerî jî dikin. Wehîda Xelîl a Efrînî yek ji wan jinan e. Wehîda di 19 saliya xwe de li kêleka kar û xebatên xwe yê rêxistinî hunera xwe jî parastiye.

Her welatek bi çand û filiklora herêma xwe tê naskirin.

Heya vê kêliyê yên ku xwedî li çand û meraqên xwe derketine jina Kurd e.

Yek ji wan jinên ku xwedî li meraq û çanda xwe derketiye Wehîda Xelîl a ji bajarê Efrînê ye.

Welîda endama Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê û di Ofîsa Rêxistinî ya li ser asta kantona Şehbayê de kar dike.

Wehîda Xelîl diyar kir ku di demên berê de Kurd tune dihatin hesibandin. Heta me nedikarî bêjin em Kurd in.

Ji bo ku çand û zimanê xwe biparêze, di sala 1996’an de ew tevlî nava komek çand û hunerê dibe.

Wehîda Xelîl cihê xwe di gelek Saziyên Rêveberiya xweser de girtiye.

Li kêleka wê jî wê, wê karê hunerê jî dikir.

Wehîda Xelîl di dawiya de got, ger ne ji berxwedaniya Rêber Abdullah Ocalan û xwîna şehîdan bûya, niha stûna civakê wê tune bûya.

Ez bang li hemû jinên cîhanê û bi taybetî jinên Kurd dikim ku xwedî li civak û meraqên xwe derbikevin.

Bi hev re em ê civakek azad biafrînin.

hinek ji muzîka wê ya dawî biherikîne

Back to top button