TEV-Çand Ewropa û Kevana Zêrîn: Berxwedana gerîla dest bi qonaxa nû ya pêvajoyê kir

TEV-ÇAND Ewropa û Kevana Zerîn li bajarê Kolnê yê Almanyayê daxuyaniyek dan û gotin:”Li dijî tecrîdê tevgera azadiya Kurd bi pêşengtiya berxwedaniya Rêber Apo, berxwedana şoreşgerî ya gerîla ve dest bi qonaxeke nû ya pengavê kir.
Ji bilî serkeftinê em ê tu bijarteyek dîtir qebûl nekin.
Em ê Newrozê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan û Azadî’ bixemlînin û bikin mizgîniya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

TEV-ÇAND Ewropa û Kevana Zêrîn li bajarê Kolnê yê Almanyayê bi dirûşmeya “Azadiya Rêber Apo bi çanda berxwedaniya gelan ve pêkan e” daxuyaniyek dan.

Gelek hunermend tevlî daxuyaniyê bûn.

TEV-ÇAND û Kevana Zerîn a Ewropa diyar kirin ku 25 sal in bi taybetî Rêber Apo, gelê Kurd û dostên wan a li çar aliyên cîhanê li dijî sîstema tecrîdê li ber xwe didin û gotin:

“Paradigmaya ku Rêber Apo pêşxistiye îro gihiştiye her çar aliyên cîhanê û bûyê ilhama felsefeya nû û şoreşa azadiya gelan.

Pir eşkere ye ku di nava pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin.

Desthilatdariya faşîst û mêtinger hewl dide li Îmraliyê hemû nirxên gelan di şexsê Rêber Apo de dîl bigire û tune bike.

Di heman demê de êrîşên qirkirinê yên li hemberî gerîla, Rojava û Bakurê Kurdistanê jî didomin.”

TEV-Çand Ewropa û Kevana Zêrîn: Em ê Newrozê bikin mizgîniya azadiya Rêber Apo

TEV-ÇAND û Kevana Zerîn a Ewropa anîn ziman ku heya niha di xebat û çalakiyên ku çarçoveya pêngavê de hatin kirin asteke girîng derxist holê û gotin:

“Ji niha û şûn ve jî berxwedan, xebat û çalakiyên me yên çand û hunerê li hemberî qirkirina çandî, siyasî û fîzîkî, aliyê naverokê de jî wê hê xurttir û bênavber berdewam bike.

Bi pêşengtiya Rêber Apo êdî ew berxwedan xwe gihandiye hemû gelan û çanda hevgirtin û piştgiriya gelan jî zindî kiriye.

Em ê bi hêza xwe ya afrîner çanda berxwedaniyê bibin serkeftinê û ji bilî serkeftinê em ê tu bijarteyek dîtir qebûl nekin.

Em ê Newrozê bi felsefeya jin, jiyan û azadiyê bixemlînin û bikin mizgîniya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Em bang li her kesî dikin ku bi newrozê re tevlî pêngava nû ya azadiyê bibin.”

Back to top button