Endama Encûmena Tevgera Azadiyê ya Silêmaniyê Şehên Mihemed destnîşan kir Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe Komploya Navneteweyî, li girtîgehê û dibin tecrîdê de pûç kir û got:
“Tecrîda fizîkî ya li ser Rêber Apo nikare fikir û armancên wî veşêre.
Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan avabûn û pêkanîna pergala demokratîk a xizmeta hemû gelan û mirovahiyê ye.
Divê her çar aliyên Kurdistanê xwedî li fikir, xebat û têkoşîna Rêber Apo derkevin.”
Ev nêzî 3 sal in Rêber Apo di bidin tecrîdeke giran de ye û bi ti awayî agahî jê nayê girtin.
Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de gelek çalakî û xebat li seranserê Kurdistan û cîhanê têne meşandin.
Ev pêngav niha di qonaxa xwe ya duyem de berdewam dike û li gel gelê Kurd gelên din jî ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn û xebat dimeşînin.
Endama Encûmena Tevgera Azadî ya Silêmaniyê Şehên Mihemed Hesen di derbarê mijarê de axivî.
Şehên Mihemed Hesen diyar kir ku Komploya li dijî Rêber Apo îxaneteke demdirêj bû û got:
“Li ser Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd 25 sal derbas dibin.
Bandor û cudahiya fikir, têkoşîn û îdeolojiya Rêber Apo ku dijmin xistiye nava xeteriyê û li dijî vê sîstemê têkoşiyaye nîşan daye.
Divê em ji bîr nekin ku ev tecrîda fizîkî ya li ser Rêber Apo nikare fikir û armancên wî veşêre.”
Şehên Mihemed: Rêber Ocalan di girtîgehê de komployê têk bir
Hesen destnîşan kir ku Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe Komploya Navneteweyî, li girtîgehê û dibin tecrîdê de pûç kir û wiha domand:
“Fikir û felsefeya Rêber Apo azad e û têkoşîna wî ya azadiyê jî encameke zelal e.
Divê her çar aliyên Kurdistanê xwedî li fikir, xebat û têkoşîna Rêber Apo derkevin.
Rêber Apo nûnertiya pergala Konfederalîzma Demokratîk dike ku rasterast li dijî pergala Kapîtalîst ya li cîhanê bûye sedema gelek qeyran û pirsgirêkan e.
Ji ber vê yekê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan avabûn û pêkanîna pergala demokratîk a xizmeta hemû gelan û mirovahiyê ye.”