Komîteya Azadiya Rêber Apo ya Helebê li ser komploya navneteweyî civînek li dar xist.
Di panela ku li herêma Şiqeyêf hate lidarxistin, bi dehan endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê amade bûn.
Endamê Komîteya Azadiya Rêber Ocalan a Efrînê Welîd Dîngilî li ser armanca komployê axivî û diyar kir hêzên navnetewî fikir û felsefa Rêber Apo ji bo xwe xeter dîtin lewra jî komplo kirin.
Endamê Komîteya Rêber Ocalan a Helebê Emîne Xidro jî axivî û got:
“Pergala Rêveberiya Xweser bi felsefeya rêber Ocalan hat avakiirn. Ew pergal xwe dispêre pergala demokratîk a nenavendî ku xizmetî tevahî gel û çandan re dike.”
Nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li Qahîre Leyla Mûsa û Şêwirmendê Giştî yê Partiya Komarê ya Kurdistanê li Ewropa Îbrahîm Kaban piştgiriya xwe ji pêngava “Dem dema azadiyê ye” ya ji bo azadiya Rêber Apo nîşan dan.