Lîbya..”Qedexekirina Çekan” li ser maseya Yekîtiya Ewropayê ye

Piştî Kongreya Munichê ya Ewlehiyê, mijara qedexekirina çekan ji bo Lîbyayê, îro li ser maseya Yekîtiya Ewropa ye. Civîna ku wê li ser asta wezîrên derve were lidarxistin, wê hûrguliyên pêkanîna vê yekê nîqaş bikin. Li alîkî din, Kremlîn diyar kir ku tu hêzên Rûsyayê li Lîbyayê tune ne û destnîşan kir ku serokê Rûsyayê ti daxuyanî derbara wê de nedaye.

Piştî Netewên Yekbûyî qedexekirina şandina çekan bo Lîbyayê weke “pêkenokê” bi nav kir, îro ev mijar li ser maseya Yekîtiya Ewropayê ye.

Wezîrên derve yên Yekîtiyê, dê gavên çavdêriya qedexekirina çekan diyar bikin.

Mijara qedexekirina çekan, piştî civîna li Munichê tê, ku li wir Komîteyek Çavdêriya Navdewletî ji bo aloziya Lîbyayê hat avakirin û dê civînên dorveger pêk werin.

Civîna bê wê li Roma Îtalyayê, paşê Komkara Welatên Ereb û dûv re jî li YE be.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Îtalyayê, Luigi Di Maio
di civîna wezîrên derve yê Yekîtiya Ewropayê got ku Yektîiya Ewropyaê erê kiriye ku ji qedexekirina şandina çekan şandeyekê çavdêriyê bişîne Lîbyayê.

RÛSYA: PIŞTÎ KONGREYA BERLÎNÊ, REWŞ JI KONTROLÊ DERKET

Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, destnîşan kir ku piştî Kongreya Berlînê, rewşa Lîbyayê ji bin kontrolê derket û tiştekî erênî di pêvajoya siyasî de pêk nehat.

Li gorî Lavrov, ji ber nakokiyên navbera welatên beşdar, çareserî di yekcivînê de pêk nayê.

RÛSYA: ÇARESERÎ, BÊYÎ HERDU ALIYAN NE PÊKAN E

Sergey Lavrov her wiha dibîne ku karekî sereke ji civaka navdewletî tê xwestin ku bendên daxuyaniya dawî ya kongreya Berlînê rasterast bi aliyên Lîbî re werin nîqaşkirin.

Di Kongreyê de, gelek encam derketin holê, di nav de avakirina komîteyek hevbeş bo agirbestê û qedexekirina çekan bo Lîbayayê..

KREMLIN: HÊZÊN ME LI LÎBYAYÊ TUNE NE

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn tu daxuyanî der barê şandina hêzên Rûsyayê ji bo Lîbyayê de nedane.

Dmitriy Peskov got: Ti hêzên me li Lîbyayê nînin.

Back to top button