Çeteyên Cebhe El-Şerqiye hîcabê li ser jinên Girê Spî ferz dikin

Çeteyên dewleta Tirk li herêmên ku dagirkirine ruyê xwe yê rastî yê DAIŞ’ê eşkere dikin û heman kiriyarên xwe dubare dikin. Çete hîcabê li ser jinan ferz dikin. Ji bo veqetandina axa Sûriyê û Tirkirina herêmê, zimanê Tirkî li ser şêniyan ferz dikin. Tevî van, talankirin û revandina sivîlan jî dewam dike.

Çeteyên DAIŞ’ê ku li ser destê QSD’ê li Baxoza Dêra Zorê têk çûn, li herêmên bakurê Sûrî ku dewleta tirk dagirkirine bi navekî cuda heman kiryarên xwe dubare dike.

Çavkaniyên herêmî ji ajansa Hawarê re diyar kir ku li Girê Spî, navçeya Silûk û bajarokê Hemam Turkman çeteyên Cebhe El-Şerqiye hîcabê li ser jinan ferz dikin.

Ji xwe ev koma çete jî ji çeteyên di nava DAIŞ`ê de pêk tê.

Li gorî heman çavkaniyan, dewleta Tirk li Girê Spî dikanên şêniyan nexasim yên Kurd ku neçarî koçberiyê bûne, dide çete û malbatan wan, an jî keysbazên li Girê Spî.

Weke şert jî beşek ji kirêya van dikanan didin qaşo komîteya aborî ya meclisa herêmî ya ku dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî ava kiriye.

Tirkirina herêmê didome û zimanê Tirkî li ser şêniyan tê ferz kirin

Di çarçoveya Tirkirina herêmê de jî dewleta Tirk zimanê Tirkî li ser şêniyên herêmê ferz dike û wan bi darê zorê tevlî dewreyên fêrbûnê dike.

Ne tenê ev, dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî ciwanan bi meaşên zêde dixapîne da ku tevlî polîsên leşkerî ku komek yekser girêdayî artêşa Tirk bibin.

Kesên ku Tirkiyê wan dixapîne ji nava polîsên leşkerî vediqetin

Beriya niha dewleta Tirk du beş ji van polîsan li Akçakale û Rihayê perwerde kirin, lê dema ku ev kes bi derewên Tirkiyê hesiyan ji nava wan veqetiyan.

Kesên mayîn jî heta niha pereyên xwe nestandine.

Beşa sêyemîn ku navên xwe qeydkiribûn jî vekşiyan.

Li gorî heman çavkaniyan, tevî revandina sivîlan, buhabûna pêdiviyên jiyanê û bêkarî li herêmên dewleta Tirk dagirkirine gelekî zêde bûye.

Back to top button