Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî lidarxistin. Di encamê de 7 çete hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyan de daxuyaniyek nivîskî da û ev agahî parve kir:
16’ê Adarê hêzên rizgariyê li Efrînê li dijî bendeke kontrolê ya çeteyan çalakiyeke sabotajê li dar xist û 4 çete birîndar bûn.
18’ê Adarê jî hêzên rizgariyê li navenda bajarê Efrînê rêzeçalakiyên sabotajê li dar xistin.
Di encama van çalakiyan de 6 çete hatin kuştin, 15 çete jî birîndar bûn.
Di çalakiya li gundê Celemê ya navçeya Cindirêsê de çeteyek hat kuştin û erebeyek hat teqandin.